Li Amed, Sêrt û Mêrdînê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin

Piştî hilbijatinên 31’ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi dawî bû û encamê hilbijartinê hatin zelal kirin niha jî şaredarên ku hatin hilbijartin diçin ser erkên xwe.
Li Amedê, Sêrtê û Mêrdînê hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin mazbatayên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî yên Bajarê Mezin û ynavçeyên ji Lijneya Hilbijartinê mazbatayên xwe bi merasîman wergirtin.

Di merasîman de dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bi hevşaredaran re bûn.

Hevşaredarên DEM Partiyê: Wê şaredariya gel bê bicihanîn

Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, bi gel re derbasî şaredariyê bûn.

Li wir hevşaredaran xiyabî girseyê kirin û gotin, “Wê şaredariya gel bi cih bê anîn.”

Her wiha Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî jî ku bi dengekî bilind bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin.

Şandeya ji hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyê, Parlamenter û hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê bi hev re ketin avahiya şaredariyê.

li wir hevşaredar Sofya Alagaş destnîşan kir ku xelkê Sêrtê xwedî li îradeya xwe derket û anî ziman wê ji niha û pê ve projeyên xwe yên nîvço mayî bi cih bînin.

Hevşaredar Mehmet Kaysî jî got, “Deriyê şaredariyê 7 sal in li gel girtî bû, lê vir şûnde ev derî wê êdî li her kesî vekirî be.”

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî ku namzetên DEM Partiyê bi ser ket, ji bo wergirtina mazbatayên xwe bi dahol û zirneyê ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.

Ji Hevşaredaran Munevver Olker diyar kir ku ew ji bo şaredariya gel hatine û got, “Di çarçoveya temsîliyeta wekhev de em ê xizmetê ji tevahiya gelên xwe re bikin.”

DEM Partî li Şirnexê daxwaza mafê xwe dike

Back to top button