Li Mozambîkê keştî binav bû: Herî kêm 94 kes mirin

Li peravên bakurê Mozambîkê keştiyek binav bû.
Zaroj jî di nav de zêdeyî 90 kes jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî winda bûne.

Keştiya ku ji Lunga ya eyaleta Nampula ya li bakurê welêt diçû Girava Mozambîk û tê texmînkirin ku nêzî 130 kes tê de bûn binav bû.

Di bûyerê de zarok jî di nav de 94 kes mirin. Xebatên lêgerîn û xilaskirina 26 kesên winda didomin.

Rayedarên parêzgeha Nampula ragihandin ku 5 kes hatine rizgarkirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Wezire Parezgeha Nampulaye Jaime Neto diyar kir ku ji ber dezenformasyona li eyaletê ji ber şewba kolerayê ketine panîkê, hewl dan bi ferîbotê ji herêmê birevin.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nexweşiya kolerayê ya ku di Îlona 2022’an de li Mozambîkê derketibû, bandorê li herêmên bakurê welêt dike.

Li welêt ji destpêka şewbê heta Sibata 2023yan bi tevahî 37 kes mirin û 5 hezar û 237 bûyerên bi guman hatin tespîtkirin.

Back to top button