Piştî biryara efû yê Meclisa Gelan gelek girtî hatin berdan

Meclisa Gelan a Demokratîk bi boneya Cejna Remezanê efûyek ji bo girtiyan ragihandibû.
Îro li ser bingehê vê efuyê gelek girtî hatin berdan.

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya 96’an biryara efûyek ji bo girtiyanerê kir.

Meclisê ev efû bi boneya Cejna Remezanê derxist.

Li gorî biryarê sûcên beriya 6’ê Nîsaên hatine kirin, hatin efûkirin.

Li ser bingeha pêkanîna biryara efûyê ji duh ve kesên ketin ber efûyê de ji girtîgehan derdikevin.

Îro jî ji girtîgeha Um Firsan a Qamişloyê gelek kes hatin derxistin û ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku biryar di nava xwe de çend tewanan mîna Bazirganiya narkotîkê, Bazirganiya organên laşê mirovan, Tawanên terorîzmê, Destdirêjiya li zarokan nahewîne.

Bi boneya Cejna Remezanê Meclisa gelan a demokratîk efûyek derxist

Back to top button