Bi boneya Cejna Remezanê Meclisa gelan a demokratîk efûyek derxist

Bi boneya cejna Remezanê Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê efûyek derxist.
Meclisê, biryara Efûyê di civîna xwe ya 96’an de erê kir.

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 96’an li dar xist.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe de bi boneya cejna Remezanê efûyek giştî derxist.

Di civînê çend proje yasayên girêdayî kar û hilbijartinên şaredariyan û efûya giştî hat gotû bêjkirin.

Meclisê di destpêka rûniştinê de li ser qanûna efûya giştî ya bi 6 bendan erê kir. Biryara efûyê jî di nav de.

Li gorî biryarê dê sûcên beriya 6ê Nîsana hatine kirin, tên efûkirin.

Efû hinek tewanan di nava xwe de nahewîne

Yasa çend tewanan di nava xwe de nahewîne, mîna:

Bazirganiya narkotîkê.

Bazirganiya organên laşê mirovan.

Tawanên terorîzmê.

Destdirêjiya li zarokan.

Meclisa gelan a demokratîk 19 madeyan erê kir

Her wiha Meclisa Gelan li ser 19 madeyên ji qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk erê kir.

Madeyên li ser hatine erêkirin :

Nûkirina şaredariyan û destûrên wê.

Meclisên şaredariyê ji nû ve werin hilbijartin.

Civîn ji meclisa şaredariyê re were lidarxistin.

Semîner werin dayîn û biryar werin ragihandin.

Piştî 19 made hatin nîqaşkirin, her madeyek bi tenê ji hêla Meclisa gelan ve, piştî hin guhartinan, hate erêkirin.

Ji bo temamkirina erêkirina madeyên mayî yên yasaya şaredariyê tê payîn ku îro civîn dewam bike.

Back to top button