Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên Tirk yên dagirker xistin. HPG’ê ragihand li encama çalakiya li qada Çemçoyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker careke din bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî qadên gerîla bombebarankirin.

Di encama çalakî û berxwedana gerîlayan de artêşa Tirk ya dagirker derbên giran dixwe. Li hemberî vê jî bi çekên kîmyewî bersivê dide.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Zap û Xakurkê derb li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistine.

Li gorî daxuyaniyê di çalakiyên tîmên bi tevger de ku 28 û 29’ê Cotmehê ku bi rêbaza sekvaniyê pêk anîn de li qada Çemço ya girêdayî Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Hat ragihandin li Girê Şehîd Şahan yê girêdayî Xakurkê jî bi çekên giran derb li yekîneyên artêşa Tirk ya dagirker hate xistin.

“Artêşa Tirk a dagirker bê navber bi çekên kîmyawî êriş pêk anîn”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de jî ev agahî parve kir;

“Artêşa Tirk ya dagirker 28’ê Cotmehê çeperên şer yên Şehîd Pîrdoxan ên li Girê Amediyê bê navber bi çekên kîmyewî bombebarankirin.

Hate tespîtkirin gazên kîmyawî yên ku hatin bikaranîn bê reng bûn û bêhneke wan ya giran hebû.

Çeperên şer yên li qadên Saca û Sîda ên herêma Zapê jî 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Dîsa heman rojê artêşa Tirk ya dagirker çeperên şer yên Şehîd Bahoz yên li Qada Çemço bê navber bi çekên kîmyewî bombebarankirin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button