Edalet Omer: Ev gel dev ji axa xwe bernade

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Edalet Omer diyar kir gel bi sekna xwe diyar kir ku wê li dijî planên dagirkeriyê dev ji axa xwe bernede.

Edalet Omer armancên êrişên dagirkeriya tirk ên li ser heremê wiha şîrove kir:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 5’ê Cotmehê destpê kirin li hemberî gel bûn.

Xwest bi êrîşan gel bide koçkirin û bi vî rengî dagirkeriyê hêsan bike.

Dixwaze herêmê ji xwediyên xwe yên esîl vala bike, çeteyan û malbatên wan li herêmê bi cih bike.

Bi rêya çeteyan jî wê hewl bide plan û projeyên xwe yên li ser herêmê bixe meriyetê.”

Edalet Omer destnîşan kir ku ji ber hêzên hegemon ên ji vê sîstema xwe dispêre îradeya gel ditirsin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng dimînin.

Edalet Omer bal kişand ser berxwedana gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di dawiya axaftina xwe de got:

Gel li hember planên tirkiyê rabû û daxuyakirin ku wê dev ji axa we bernede,Ev gelê xwedî ruhê têkoşînê ye, ev gel de ji axa xwe berna de, wê têkoşînê hîn mezintir bike

Back to top button