Welatiyê Kerkûkê: Azadiya Rêber Apo ji bo hemû Rojhilata Navîn girînge

Welatiyên Kerkûkê diyarkirin ku azadiya Rêber Apo ji bo hemû Rojhilata Navîn girînge, ji ber ku xwedî projeya çareseriyê ye û gotin; “Dijminên Kurdan wê nekaribin Rêber Apo ji gel qut bikin ji ber ku bi fikrê xwe li her derê ye.”

Dagirkeriya Tirkiyê tecrîdeke giran li dijî Rêber Apo dimeşîne, derbarê mijarê de welatiyên Kerkûkê axivîn.

Welatiyê bi navê Mela Hese diyarkir rêber Apo bi fikrê konfederalîzma demokratîk li her derê ye, divê gelê kurd li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bike.

Welatiyê bi navê Diyar Welîd jî li ser heman mijarê axivî; ”

Bi tecrîdê nikarin Rêber Apo ji gel qut bikin, fikir, tez û têkoşîna wî di nava gel deye.

Dikarin weke fizikî bigirin, lê weke fikir di nav dil û ruhê gelê Kurd deye.

Azadiya Rêber Apo ji bo hemû Rojhilata Navîn girînge, ji ber ku xwediyê projeya çareseriyê ye. Divê her kes xwedî li Rêber Apo derbikeve.”

Back to top button