Êrişên dagirkeriya Tirkiyê rê li ber xwendinê digire

Ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk yên dijî herêma Efrînê, 9 dibistanên navçeyên Şera û Şêrawa hatine girtin.

Endama Desteya Perwerde û Hîndkariyê ya kantona Efrîn û Şehba Urûba Xelîl derbarê mijarê de axivî.

Urûba Xelîl da zanîn ku ji ber êrişên Tirkiyê 9 dibistanên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê hatin girtin û got:

”Dibistanên gelek gundên navçeyên Şera û Şêrewa û kantona Şehbayê yên nêzî eniyên şer tên hedefgirtin.

Lewma ji 8`ê Cotmehê ve 9 dibistan hatin girtin, di encamê de zêdetirî hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.”

Li gorî Urûba dibistanên deverên navborî dê heta demeke nediyar girtî bimînin.

Dawiyê, Urûba Xelîl bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku dengê xwe li hemberî êrişan derxînin.

Back to top button