Kerkûk..Di encama êrişê de Muxtarê gundekî hat kuştin û polîsek fedral jî birîndar bû

Doh DAIŞ’ê êrişî hêzên Iraqê û gundekî Kerkûkê kir, têde muxtarê gund hat kuştin.

Doh çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bêtîx ê Kerkûkê êrişî endamên Lîwaya 2 ya Firqeya Alî ya Polîsên Federal kir.

Di encama vê êrişê de polîsekî federal bi giran birîndar bû û tê gotin ku wî gule di serê xwe de xwariye.

Çeteyan êrişî gundê Hecil ê bajaroka Riyaz ê Kerkûkê jî kir. Çeteyên DAIŞ’ê muxtarê kuştin û kurekî wî revandin.

Hêzên Ewlehiyê li kesê hatî revandin digerin û hê jî lêgerîn dewam dike.

Back to top button