Navenda vegerandina koçberên Sûrî bûye cihê êşkenceyê

Dewleta Tirkiyê piştî ku koçberên Sûrî ji bo armancên xwe yên siyasî bikaranî. Niha wan li navendan komdikin û bi êşkence û zextê ve dixwaze wan vegerînin Sûriyê.

Ev dîmen li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê yê hatiye kişandin.

Desthilata faşîst a Erdogan û muxalefeta Tirkiyê ev demeke vegerandina koçberên li sûrî xistine rojeva xwe.

Taybet jî pirsgirêka ewlehî aborî ji xwe re dikin hincet û koçberên ku li Sûrî çûne Tirkiyê li navenda komkirina koçberan komdikin û wan dersînor dikin.

Yek jî li wan navenda navenda bajarê Qeyserê yê koçberan e.

Ev navend beriya niha jî xwekuştina koçberan ve bibû rojev.

Di vê dîmenê de koçberên sûrî serpiştî dirêj kirine, xebera ji wan re dibêjin û rojane bê nan û av dihêlin, zextê li wan dikin ku vegerin Sûrî cihê ku dewleta Tirk dixwaze.

Erdoganê ku demek ev koçber ji bo armancên xwe yên siyasî kar anî niha nêzîkbûna xwe ya hikûmeta şamêve van koçberan vegerîne.

Beriya niha rayedarên Tirkiyê gotibûn wê mîlyoneke koçberên li Sûrî li ser daxwaza wan li herêmên dagirkirî bi cih bikin.

dîmenan de xuya dibe ku ev kesên ku çûne Tirkiyê çiqas bi daxwaze xwe vedigerin!!!

Back to top button