Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hat dayîn de hat ragihandin ku li Filîpînê otobusa ku bi dehan kes tê de bûn, li eyaleta Antîkê ya navendî ji ket newalê û di encamê de 16 kes mirin.
Walî Rhodora Cadiao ji radyoya DZRH re axivî û anî ziman rewşa 8 kesên li nexweşxaneyê krîtîk e û 4 jî aram in.
Hat ragihandin ku otobusa rêwiyan a ku ji parêzgeha Iloilo dihat, danê nîvro dema ku ber bi bajarokê Culasi ve diçû, di encama frenên xwe de li ser rêya kulm û qelaş xera bû ket geliyê 30 metre kûr.
Cadiao got, “Em ji vê heremê re dibêjin vîraja mirinê. Ji xwe ev cara duyemîn e li wir otobus qeza dikin.”
Hikumeta eyaletê di daxuyaniyekê de li ser Facebookê got, piştî ku hemû cesedên kesên mirî hatin rakirin operasyonên rizgarkirinê hatin rawestandin .
Hejmara giştî ya rêwiyan, ku di destpêkê de tê texmîn kirin ku 53 ye, hêj nehatiye piştrast kirin.