Urdinê 3 kesên ji sînorê Sûriyê hişbir derbas dikirin kuşt

Artêşa Urdunê ragihand ku operasyonên li dijî qeçexciyên hişbirê ku li Suriyê derbasî welêt dibûn hatine kuştin.

Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin yekîneyên sînor bi kordînasyona îdareya têkoşîna hişbirê û yekîneyên ewlehiya leşkerî li dijî qeçexciyên bi riya derqanûnî li Suriyê derbasî welêt dibin operasyon dest pê kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin di operasyonê de 3 qeçexciyên hişbir hatiye kuştin.

û 233 hezar habên hişbir ku xwestin derbasî welêt bikin bidest xistine.

Urdun gelek caran cihê hewildanên qaçaxçîtiyê ye ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê, bi taybetî li cîranên xwe yên sînorî Sûriye û Iraqê.

Artêşa Urdunê ragihand ku wan gelek firokeyên bêmirov ên bi madeyên hişbir, çek û teqemeniyan barkirî ku ji Cotmeha 2021’ê ve hewl didan ji Sûriyê derbasî Urdunê bibin, xistine xwarê.

Sûriye û Urdun di 23’ê Tîrmehê de ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçiya narkotîkê li ser sînor civîneke ewlehiyê li dar xistin.

Back to top button