Di roja sêyemîn ya Cejna Qurbanê , Saziyên li Zorava ya Şamê serdana malbatên şehîdan kirin.
Li Kobanê dayika bi navê Nayla Seyd û kurê wê Nîzar derbarê Cejna Qurbanê de axivîn û wiha gotin:
“Em her cejnan, serdana goristana şehîdan dikin û piştre serdana xizm û cîranên xwe dikin.
Cejn xwedî wateyeke pir mezin e û girêdanê di navbera me de xurtir dike.
Li Şamê jî saziyên Zorava, Kongra STAR û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên şehîdan ên li Şamê kirin.
Di serdanan de hêvî hate kirin ku ev cejn bibe cejna azadiya fîzîkî ya rêber APO.