Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn: Tecrîd li derveyî hemû nirxên mirovan e

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn ji Aryen Tv re axivî û got:
“Wek Tevgera Azadî berxwedan û têkoşîna me ya li hember her cûre êrîşê wê dewam bike.
Em ê têkoşîneke îdeolojî û felsefî bikin ku gelê me bigihêje armancên xwe.”

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn derbarê mijarên dirojevê de ji Aryen Tv re nirxandin kir.

Zîlan Vejîn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:

“Nêzî 2 sal in ti agahiyek ji rewş û tenduristiya Rêber Apo nayê girtin.

Bi hemû rengî siyasetek ya tecrîdê hatiye danîn û ji cîhanê hatiye qûtkirin.

Ev yek li derveyî hemû nirxên mirovan, exlaq û hiqûqa mirovayetiyê ye.

Li aliyê din li dijî vê tecrîdê berxwedaneke xurt û mezin tê kirin. ”

Zîlan Vejîn: Darvekirin bûye sembola desthilata Îranê

Vejîn bal kişand ser kiryarên der hiqûqî yên rejîma Îranê ya darvekirina û jehrkirina xwendekaran..

“Vê dema dawî siyaseta darvekirinê pir zêdebûye.

“Darvekirin bûye sembola desthilata Îranê.

Ji bo Şoreşa ‘Jin,Jiyan, Azadî’ bitepisîne, gelek rêbazên êrîşkirina ser civakê xiste meryetê.

Li aliyê din demekê jehrîkirina jinên ciwan kirine armanca xwe.

Divê jin û jinên ciwan çarenûsa xwe nexe destê desthilatê.”

Zîlan Vejîn: Divê gelê Kurd xwedî li nirxê vê şoreşê derkevin

Hevseroka PJAK’ê tekez kir ku rejîma Îranê bi vê yekê dixwaze xwe ji metirsiyan rizgar bike..

“Di vê qonaxa girîng de rolek mezin dikeve ser milê gelê Kurd.

Divê xwedî li nirxên hevpar ên vê şoreşê derkevin.

Bikarin çareseriyeke demokratîk li gorî hemû pirsgirêkên gelên Îranê destnîşan bikin.

Divê gelê Kurd li gorî êrîşên heyî siyaseta xwe parastin û şerê xwe jî bike.

Li nava axa Rojhilatê Kurdistanê bi gelên Ereb, Faris, Ezerî û hemû neteweyan re bi hev re serbikevin.”

Back to top button