Li Parîsê bi meşek tecrîda li dijî Rêber Apo hate şeremezarkirin

Li Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li Parîsê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya Tevgera Ciwanên Şoreşger de hatin ba hev.

Kurdistaniyan bi wêneyên Rêberê APO û pankarta bi nivîsa “Ji Rêber Apo re azadî” dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Liberte pour Öcalan” hatin berzkirin de, wiha hate gotin:

“Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêyî navber çalakiyên xwe bidomînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye. Em ê li her derê têkoşîna xwe.”

Back to top button