Li Awûstûrya û Swîsreyê dorpêça li ser Mexmûrê hate şermezarkirin

Dorpêça li ser Mexmûrê li Viyanayê hate şermezarkirin
Hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Viyanayê hate şermezarkirin, berxwedana gel hate silavkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek hate lidarxistin û ji bo bidawîkirina hewldana dorpêçkirina kampa Mexmûrê bang hate kirin.

Ciwanên Kurdistanê û enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn, hewldana dorpêçkirinê şermezar kirin û berxwedana gelê kampê silav kirin.

Di çalakiyê de ji bo piştgiriya bi gelê Mexmûrê re bang hate kirin û çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, jî ji bo rawestandina hewldana artêşa Iraqê ya dorpêçkirina Wargeha Penabera a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mîtîng hat lidarxistin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Mûlla Şahîn nerazîbûn nîşanî artêşa Iraqê da û got: Gelê kurd wê bi berxwedaniya xwe van planan vala derxîne.

Hisên Zeynel Elî: Dorpêça Mexmûrê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Back to top button