Hisên Zeynel Elî: Dorpêça Mexmûrê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa Hisên Zeynel Elî jî têkîldarî vê mijarê axivî û got:
“Hewldana artêşa Iraqê ya dopêça li ser Mexmûrê binpêkirina hiqûqa navneteweyî”

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî derbarê hewlên Artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûr de axivî.

Hisên Zeynel diyar kir ku hewldana hikûmeta Iraqê ya avakirina xendek, derveyî hiqûqa navneteweyî ye.

Hisên Zeynel di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li gorî hiqûqa navdewletî mafê hikûmetê nîne zilm û zordariyê li ser kampan û xelkê li di wir de bike.

Gelê Mexmurê 13 roj’in li hemberî zext û dorpêçê ber xwe didin

Back to top button