Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê artêşa Tirk a qirker ciwanek ji gundewarên Girê Spî ya dagirkirî revandin.
Dagirkeran bi panzeran girt ser bajarokê Elî Baciliyê û derdora mala ciwanê bi navê Mihemed Îsmaîl El-Elo dorpêç kirin.
Artêşa Tirk, Mihemed Îsmaîl El-Elo yê (30) girtin û ew birin cihekî ne-diyar.
Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî şêniyan li herêmên dagirkirî ji kuştin, revandin û talankirina mal û milkên sivîlan didomîne.
Di heftiya borî de jî, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê El-Cebhe El-Şamiye jinek ji heman bajarokî li ser benda kontrolê ya bi navê Um El-Xeratîm revand.