Ebû Xewla: Nakokî di navbera Meclisa Leşkerî ya Dêrezor û QSD’ê de nîne

Yek ji Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla derbarê gotegotên li ser malperên civakî ku hatibûn parvekirin diyar kir ku di navbera meclisa leşkerî ya Dêrezorê de û QSD’ê di nakokî nînin.
Ewê li dijî terorê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Rojhilatê Sûrî, bi taybet li Dêra Zorê, rewş li ser sêleke germ e.

Li tenişta şerê li dijî DAIŞ’ê, Îran û Amerîka eniyê li beramber hev dor dikin.

Lewra, li ser ragihandinê be jî, nakokî li wê deverê rû didin.

“Gelo bi rastî nakokî di navbera Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê û Hêzên Sûriya Demokratîk de heye?

Ebû Xewla: Agahiyên li ser malpêrên dijîtal tên parvekirin nerastin

Ji bo vê yekê Ronahî TV hevpeyvîneke taybet li gel Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrê Zorê Ebû Xewla pêk anî.

Li gor wî, ti rageşî di navbera wan û QSD’ê de tuneye û ew bi rengekî çalak cihê xwe di nav de digirin.

Demên dawiyê gelek tişt li ser medya civakî hatin belavkirin.

Heta hin dengên min jî hatin belavkirin, weke fermandar û hêzên leşkerî di navbera me de li ser rewşa herêmê û liser xebatên me yên hundir wek leşkerî û hwd nîqaş derdikevin ev tiştekî normal e.

Belê di nava beşek ji meclisa leşkerî de car caran li ser çaweniya rêveberinê û hin mijarên din, nerînên cuda derdikevin.

Lê ev nayê wateya ku di nava hemû hêzên leşkerî de pirsgirkên mezin hene.

Ger di navbera min û hevalekî din de nakokî derkeve, helbet em li Fermandariya Giştî ya QSD’ê nîqaş dikin û dighîjin çareseriyekê.

Ebû Xewla: Weke roja ewil heta dawî emê di nav QSD’ê de têkoşîna xwe bidomînin

Ebû Xewla ku yek ji damezirênerên QSD’ê ye, piştrast dike ku ew ji roja pêşî de, beşdarî operasyonê li dijî terorê bûne û hîna jî ev erka han berdewam e.

Em wek hêzên leşkerî beşek ji hêzên QSD’ê ne, ez jî ji damezrênerên QSD’ê me û hem endamê fermandariya QSD’ê.

Di hemû operasyonan de, wek meclisê me bi YPG, Hêzên Sûryanî, Tirkmanî û hêzên Sûriya Demokratîk QSD ji kobanê heta sînorê Iraqê bi hevre li dijî DAIŞê, êrişên dewleta Tirk, rejîma Sûriyê û hemû dijminan şer kiriye.

Ji hêla Hikûmeta Şamê û Îranê ve, ango li aliyê din ê Çemê Firatê hêz tê komkirin.

Têkildarî vê yekê, li ser ragihandinê Hêzên Sûriya Demokratîk dixin nava nakokiyên Îran û Amerîkayê.

Lê belê, li ser vê pirsê jî Ebû Xewla eşkere dike ku vê dawiyê tevgera DAIŞ’ê zêde bûye, lewra ew jî di vê çarçoveyê de hêzên xwe di bin fermandariya QSD’ê belav dikin.

Tu nakokî di navbera Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û QSD’ê nînin.

Car din dubare dikim em beşek ji hêzên QSD’ê ne, ez bi xwe ji fermandarên QSD’ê me, yanî ne mumkine ku ez bi

xwere bikevin nakokiyan. Lê carne di aliyê rêvebirina kar, pêkanînan daxwazên gel newekheviya nerînê ye.

Ev jî tu aleqeya xwe bi leşkerî ve nîne.

Weke hûn û her kes dibîne û dişopîne dema dawiyê li Dêrazorê di çend êrişan de, hevalên me şehîd bûn, tevgereke şaneyên DAIŞ heye û operasyonên me dijî şaneyan hene û dewamin.

Ji ber wê cudahiya nerînê jî, tu eleqeya xwe bi aliyê leşkerî ve nîne.

Ebû Xewla: Emê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku erka meclisê bi hemû pêkhateyên di nava QSD’ê de, parastina herêmê bi taybetî û Sûriyê bi giştî ye.

Wek hêzên leşkerî û QSD, erkê me parastina hemû axa Sûriyê û tunekirina terorê ye.

Parastina herêmê ji dijminên hundir û derve erk û berpirsyariya me ye.

Ji bo tunekirina terorê emê xebatên xwe bidomînin û daxwazên gelên xwe jî pêk bînin.

Back to top button