Piştî Lîbya Efxanîstan û Azerbaycanê çeteyên dewleta Tirk li Ukranya ne

Dewleta Tirk a dagirker vê carê çeteyên xwe şandine Ukraynayê da ku li rex hêzên Ukraynayê şerê hêzên Rûsyayê bikin.

Dewleta Tirk çeteyên qaşo Artêşa Nîştimanî ya Azad ji bo pêkanîna ajande yên xwe li gelek dewletên cîhanê bi kar tîne.

Destpêkê şandin Lîbya, dûre Efxanistan û Azerbeycanê.

Îro jî dişîne Ukraynayê ji bo ku li dijî hêzên Rûsyayê şer bikin.

Çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 5 mehan ve, gelek çete ji Ezaz, Bab û Efrînê şandine Ukraynayê.

Peymana wan sê meh û li beramberî 3 hezar dolar in. Lê hejmara wan nehat zanîn.

Li ser sosyal medya dîmenek hat parvekirin ku ya serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker û piştî 3 mehan ji Ukraynayê vegeriyane.

Serçete di dîmenê de behsê dike çawa bi fermana rasterast a MIT`a Tirk diçe Ukraynayê û li beramber wê bi dolar fon biriye, lê piştre pê hesiye ku sexte ne.

Back to top button