Serokeşîrên Şengalê: Bi lîstikên dijmin neyên xapandin

Serokeşîrên Şengalê diyar kir ku dijminên Êzdiyan dixwazin civaka Êzdî tune bikin.
Serokeşîran bang li Êzdiyan kirin ku bi lîstokên dijminan neyên xapandin û nebin sîxur.
Her wiha banga vegera Êzdiyên li derveyî welat kirin.

Ev demeke li ser Şengalê pilanên PDK’ê û dewleta Tirk ên ji bo bê îrade hiştina civaka Êzidî berfireh bûne.

PDK’ê li ser navê Êzidiyan hevdîtinên dîplomasî dike û li ser Êzdiyan siyaseteke veşartî dide meşandin.

Û bi rêya sîxurên xwe pêşengên Rêvebriya wan dike armanc û hewl dide karê sîxûrtiyê di nav wan de pêş bixe.

Serokeşîrên Şengalê li ser pilanên tunekirina Êzdiyan banga hişiyarbûnê li civakê kirin.

Di vê çarçoveyê de ji Serokeşîrên Hebabe Dexîl Xwedêda Xelef axivî û hewl tê dayîn ku ola Êzdiyan bihelînin.

Her wiha piştrast kir ku tu hêzek ji derve nayê û parastiya Êzdiyan nake. Ji bo wê divê Şengalî vegerin ser axa xwe.

Endamê desteya Serok eşîrên Şengalê Xidir Heyder Xwedêda jî derbarê heman mijarê de axivî.

Xidir Heyder bang li Şengaliyan kir ku li hember planan hevgirtî bin û bi lîstokên dijmin neyên xapandin.

Serokê eşîra Şerqiya Sebrî Şemo Heso jî derbarê siyaseta qirêj a li ser Şengalê tê meşandin de axivî.

Sebrî Şemo Heso êrişên dewleta Tirk bi bîr xist û diyar kir ku armanca wî hiştina civaka Êzdî bê pêşeng e.

Her wiha bang li Êdiyar kir ku karê sîxurtiyê nekin û bi planên dijminan neyê xapandin.

Azad Hisên: Pêwîst e her Êzidîyek vegere Şengalê

Back to top button