Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû rewşa siyasî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.
Mûstafa Karasû desthilata AKP-MHP weke desthilata rant û şer destnîşan kir û got: Têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bike.
Eger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameya taybet a televzyona medyahaber bû..
Mûstafa Karasû rewşa siyasî ya Bakurê kurdistanê û Tikiyê nirxand..
Karasû rewşa hilbijartin û tifaqên siyasî li Tirkiyê jî şîrove kir ..
Deshilata faşîst a AKP-MHP desthilata rant û şer .
Hemû derfetên Tirkiyê ji bo alîgirên xwe rant pêşkêş kirin .
Li kesên ku li hemberî vê rewşê jî derkevin zilm dikin .
Zilmeke mezin a ji serdemêm derbeyên leşkerî zêdetir li ser civakê pêk tînin .
Ne tenê li hemberî rêxistinê diyarker, li hemberî hemû civakê ev zilm tê meşandin .
Şerekî ku li hember hemû civakê tê meşandin heye .
“Divê maseya 6 alî bizanibe ku eleqe ji bi azadî û demokrasiyê ye”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li hember tifaqa faşîst maseya 6 alî xwe weke alternatîf derdixe pêş qala demokrasî û azadiyê dike..
Li ser vê maseya 6 alî kî heye , Partiya îyî ku ji MHP’ê veqetiya heye .
Gelo çi eleqeya Partiya Îyî û demokrasiyê bi hev heye .
Ne xwedî hişmendiyeke demokratîke û ne jî hişmendiyeke adil.
Hişmendiya wê bi vî awayî nîne ji xwe zeîfiya wê maseyê jî ew e .
Ji ber vê yekê jî divê maseya 6 alî bizanibe ku eleqe ji bo azadî û demokrasiyê ye .
“Meral akşener, ji bo li ber demokratîbûnê bigre di maseya 6 alî de cih digre”
Mûstafa Karasû diyar kir ku Partiya Îyî ji bo li ber demokratîbûnê bigre li ser maseya 6 alî ye ,armancek wê ya demokrasiyê nîne .
Derdê Partiya Îyî demokrasî nîne , derdê wê azadî nîne .
Derdê wan ew e ku ji dewletê payeyekê bigrin.
Teqez eleqeya wan bi azadî û demokrasiyê ye re nîne .
Ji ber vê yekê çûyîna Meral Akşener a ji ser maseyê vê rastiyê derxist pêş.
Derketina holê ya vê rastiyê ji bo gelê Tirkiyê pêşketineke .
Kêm mabû ku xwe weke keseke azadîxwaz ji Tirkiyê re raghîne .
Lê hat dîtin ku tu eleqeya xwe bi azadî û demokrasiyê re nîne.
“Berpirsyariya girîng dikeve ser milê Tifaqa Ked û Azadiyê “
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê balkişand ser rol û misyona Tifaqa Ked û Azadiyê.
Tifaqa ked û demokrasiyê gelekî girînge .
Motor têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê ye .
Ku demokrasî û azadî were Tirkiyê ,ev bi hêza tifaqa ked û azadiyê pêkan e.
Eger ev tifaq nebûya wê îro kes nikarîbû ye qala azadî û demokrasiyê bikra.
Rastiyeke ku herî zêde me li hember faşîzma AKP-MHP têkoşîn da .
Gelê kurd , Tevgera azadiyê ya Kurdistanê ev têşoşîn da .
Mûstafa Karasû herî dawî jî destnîşan kir ku faşîma AKP-MHP dema xwe tije kiriye wê li hemberî hêzên demokrasiyê teqez têk biçe.