Nivîsgeha avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire

Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê, ji bo kêmkirina zirarên şorbûna axê gelek tedbîran digire.

Serokê Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê endazyar Saêr El Hisên derbarê vê yekê axivî.

Saêr El Hisên da zanîn ku yek ji sedemên zêdebûna rêjeya şorbûnê, kêmbûna ava baranê ye û got:

“Zeviyên nizm ên nêzî ava bîran, rêjeya şorbûnê lê zêdetir dibe.

Ji bo rê li pêşiya vê diyardeyê bê girtin, , li rex zeviyan û di nava wan de torên kanalîzasyonê bi cih kirine.

Beşa Sererastkirinê bi awayekî asayî torên kanalîzasyonê yên sereke û şaxî paqij dike .

Ev hewldan, dihêle ava zêde di nava zeviyan de bikeve nava torê.”

Hisên bi bîr xist ku gelek zevî pêwîstiya wan bi lêçûn û derfetên mezin heye.

Back to top button