Îro jî dewleta Tirk berê topên xwe dan herêmê . Vê êvarê dagirkeran gundên Til Temirê topbaran kirin .
Dewleta Tirk qada êrişên xwe li ser navçeya Til Temirê fireh kiriye.
Dagirkeran gundê Til Tawîl yê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Beriya wê jî gundên Til Tewîl û Eboşê ê heman navçeyê topbaran kir.
Rojane herêm rastî êrişan tên.
Sivîlên herêmê jî dibin hedefa van êrişan.
Hêzên garantor jî li herêmê li hember êrişan bidenge.