Biden, Xi Jinping şiband “dîktatorekê”

Serokê Amerîka Biden careke din Serokê Çînê Xi Jinping şiband ‘dîktatorekî’.
Ya xuya dike, ev gotin wê ji aliyê Çînê ve, bi hêsanî neyê daqurtandin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, Serokê Çînê Xi Jinping wekî “dîktator” bi nav kir.

Joe Biden got, piştî xistina balona sîxuriyê ya Çînê Xi gelek şerm kir.

Biden ev daxuyanî rojek piştî Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken ya vegera ji Çînê kir.

Serokê Amerîka li Kalîforniyayê got,

“Sedema berxweketina Xi, ji ber balona sîxuriyê ya ku me xistî bû.

Ji ber wî ne dizanî ew li wirin.”

Biden gotina Xi pê bihêrs bibe piştî vê kir û wiha got:

“Tiştên wiha ji bo dîktatoran şerm in.

Ger ew nizanibin ev çi ye, şerm dikin.

Armanca wê balonê ne ew bû ku biçe wir, ji xwe ev yek jî derket.”

Di meha Sibatê de, wesayiteke ku tê texmînkirin baloneke sîxuriyê ya Çînê ye, dema ku li esmanê Amerîkayê difiriya, hat xistin.

Ev bûyer û serdanên hevdu yên di navbera rêveberên Amerîka û Taywanê de, pêwendiyên Amerîka û Çînê bêtir aloz kirin.

Biden roja Duşemê got, ew di wê baweriyê de ye ku têkiliyên DYA-Çîn li ser rêyek rast in û ew difikire ku di serdana Blinken de pêşkefin çêbûye.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di destpêka meha sibatê de ragihandibû ku balona îstîxbarata bilind a Çînê li ser DYAyê ye û ew tê şopandin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ji ber krîza balonan serdana xwe ya Çînê taloq kir.

Balona ku li ser xeta Washington-Pekînê bû sedema krîzeke nû.

4’ê Sibatê bi fermana Biden artêşa Amerîkayê ev balon bi rêya balafirên şer xist Oqyanûsa Atlantîkê.

Piştî krîza balonê, Blinken di 18’ê Hezîranê de serdana Çînê kir.

Peyama zelal a Çînê bû Amerîka: Vebijêrka xwe bike

Back to top button