Peyama zelal a Çînê bû Amerîka: Vebijêrka xwe bike

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken li Çînê bi hempîşeyên xwe re civiyan.
Rêveberiya Çînê bi awayekî zelal peyamek dan Blinken û gotin:
Di navbera vebijêrka şer yan jî hevkariyê de hilbijartina xwe bikin

Peywendiyên Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi rayedarên Çînê re di serdana wî ya Pekînê de dewam dikin.

Piştî 5 salan Blinken bû yekem Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku serdana Chinaînê dike.

Blinken despêkê bi hempîşeyê xwe Ching Gang re civiya.

Piştre jî bi Dîrektorê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) Wang Yi re, hatin gel hev.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku hevdîtina Blinken û Vang nêzî 3 saetan dom kiriye.

Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku Wang ku di Partiya Komunîst de pozîsyona wî ji ya Wezîrê Karên Derve yê Çînê bilindtir e, di hevdîtinê de ji Blinken re got,

“Divê hûn di navbera diyalog, rûbirûbûn, hevkarî an şer de vebijêrka xwe zelal bikin.”

Wang işaret bi rewşa li Taywanê kir û ev tişt anî ziman:

“Divê Amerîka bi rastî pabendî prensîba Çîna Yekgirtî be, ya ku di sê daxuyaniyên hevbeş ên Amerîka û Çînê de hatiye piştrastkirin. Her wiha, rêz li serwerî, yekparçebûna axa Çînê bigire û bi eşkere li dijî serxwebûna Taywanê derkeve.”

Têkiliyên DYA û Çînê ku xwediyê du aboriyên herî mezin ên cîhanê ne, di van salên dawî de daketiye asta herî lewaz.

Doh bi beşdariya şandeyekê di navbera Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Çînê Gang de hevdîtineke 6-7 saetan dewam kir.

Aliyan ev hevdîtin weke “çêker û jidil” bi nav kirin.

Çîn bo Amerîka: Têklî di asta herî lewaz de ye

Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Çînê CCTV, Gang ji Blinken re gotiye têkiliyên di navbera her du welatan de niha di asta herî lewaz de ye.

Her çend her du aliyan daxwaza xwe ji bo hevkariyê li ser mijarên sereke diyar kirin, lê di mijarên wekî Taywan, mafên mirovan, bazirganî, teknolojî û ewlehiyê de ti pêşkeftinek berbiçav çênebû.

Çîn Gang diyar kir ku pirsgirêka Taywanê di navenda berjewendiyên welatê Çînê de ye û mijara herî girîng a têkiliyên Çîn û DYAyê ye.

Wezîrê Çînê anî ziman ku ev mijar di heman demê de “rîska herî eşkere ye”.

Her wiha hat ragihandin ku Blinken hempîşeyê xwe yê Çînî vexwendiye Washingtonê lê ji bo vê serdanê ti rojek nehatiye diyarkirin.

Back to top button