26 Hezar welatiyên Tirk daxwaza welatîbûyîna Ewropa kirine

Ji despêka salê ve heta niha bêtirî 26 hezar welatiyên Tirkiyê ji bo mafê penaberiyê serî li welatên Ewropayê dane.
Welatê ku herî zêde bo vîzê serlêdan li Ewropa dayî jî welatiyên Tirkiyê ne.

Zext û polîtîkayên faşîzane yên rejîma AKP’ê tirkiyê vale dike.

Li gorî agahiyên ku ajansekî Tirkiyê ji çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê bi dest xistiye, ji destpêka sala 2023’an ve bêtirî 26 hezar welatiyên Tirkiyê ji bo mafê penaberiyê serî li Ewropayê dane.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Tirkiye di serlêdanên penaberiyê yên ku di sala 2023’an de li YE hatine kirin, piştî Sûriye, Efxanistan, Venezuela û Kolombiyayê di rêza pêncemîn de ye.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî YE’yê daye ajansê;

Di sala 2022 de, konsulxaneyên welatên YE û Şengenê li seranserê cîhanê bêtirî 7,5 mîlyon serlêdanên vîzeya demkurt wergirtin.

Di sala 2022’an de ji Tirkiyê 778 hezar û 409 serîlêdanên vîzeya demkurt hatine kirin.

Ev jimar li gorî sala 2021’an 271 hezar û 997 bû.

Li gor daneyan Tirkiye di serîlêdanên vîzeyê de di rêza yekem de ye.

Piştî Tirkiyê Rûsya û Hindistan tê.

Hat diyarkirin ku rêjeya redkirina serlêdanên vîzeyê yên welatiyên Tirkiyê bo Ewropa ji sedî 15,37 yên cîhanê bi giştî jî 17,9’e.

Rêjeya redkirina serlêdanên vîzeyê yên ji Tirkiyê di sala 2021’an de ji sedî 16,9 bû.

Hate hînbûn ku di nav welatên ku vîzeya pirderketinê werdigirin Tirkiye bi rêjeya ji sedî 78,1 di rêza yekemîn de ye.

Ev rêje li tevahiya cîhanê bi qasî ji sedî 58 e.

Sedema dirêjkirina vîzeyê jî bi ‘jimara zêde ya serlêdan û serlêdanên şaş ve’ hatin girêdan.

Redkirinên ji bo serlêdanên Tirkiyê di nava demên dawiyê de bûbû yek ji rojevên sereke yên li welat.

Back to top button