Mihemed Hesen: Em ê berjewendiyên giştî yên xelkê bêxin li pêşiya her tiştî

Namzetê Serbixwe yê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê Mihemed Hesen soz da ku ew ê berjewendiyên giştî yên xelkê bixe li pêşiya her tiştî.

Mihemed Hesen Têkidarî vê yekê diyar kir ku ew ê dê bibin deng û rengê gel.

Di banga xwe de Mihemed Hesen got:

“Ji ber ku welatî ev çend carin deng didin ti xizmetek ji bo wan nehatiye kirin, em fam dikin ku welatî ji hilbijartinê bêhêvî ne.

Ji bo ku pêşiyê li sextekarî û binpêkirina bigirin, pêwîste hemû welatî tevlî hilbijartinê bibin.”

Mihemed balkişand ser projeyên xwe û wiha domand ”Pirojeya li pêşiya min a ji bo parlamentoya Iraqê aramiya herêmên sînor in.

Em ê hewl bidin tazmînata wan welatiyên ku ji ber dagirkeriyê ziyan dîtine were dayîn.”

Hêjayî bi bîr xistinê, li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were.

Back to top button