QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên sê şervanên xwe yên ku li Eyn Îsa û Hesekê şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên sê şervanên xwe yên ku şehîd bûne, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

QSD’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

QSD’ê destnîşankir bi dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî re êrişên dagirkeran ên hewayî û bejahî bê navber didomin û diyar kir dewleta Tirk a dagirker dema van êrîşan pêktîne ji bêdengîya hêzên navneteweyî sûdê werdigre.

QSD’ê da zanîn roja 13ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obûs û hawanan êrîş birin li ser xalên hêzên wan ên li Eyn Îsayê û di encama êrişê de 2 şervan şehîd bûn.

Her wiha QSD’ê diyar kir şervanê wan Serhed Harun jî ku demeke dirêj bû bi nexweşîyekê giran re têdikoşîya roja 8ê Sibatê tevlî karwanên nemiran bû.

QSD’ê li ser şervanên şehîd ev tişt anî ziman;

“Hevrêyê me Botan ji bajarê Kobanê ye û ji şerê destpêkê ên 2013’an tevli têkoşîna azadîyê bûye. Di şerê Kobanê û li herêmên din, di şerê li dijî DAIŞê de cîhê xwe girt.

Hevrêyên me Cûdî û Serhed jî di demên cûda tevli têkoşîna me ya azadîyê bûne. Her du heval jî di berxwedana li dijî DAIŞê de bi roleke sereke rabûn.

Di pêngavên dîrokî ên Kobanê, rizgarkirina Girê Spî, Minbic, Hol, Dêrazor û Reqayê têkoşîyan û erkên xwe bêkêmasî bi cih anîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Botan Bexdik

Nav û Paşnav: Mihyedîn Ehmed

Navê dayik: Cemîle

Navê bav: Hecî

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13ê Sibata 2022

Nasnav: Cûdî Firat

Nav û Paşnav: Azad Aris

Navê dayik: Aysel

Navê bav: Ebdulah

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13ê Sibata 2022

Nasnav: Serhed Harun

Nav û Paşnav: Ersîn Şahîn

Navê dayik: Xatûn

Navê bav: Qasim

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 8ê Sibata 2022

Back to top button