Hêzên hikûmetê êrişî başûrê Idlibê kirin

Hêzên hikûmeta Şamê başûrê Idlibê bombebaran kir. Şevê din jî Îsraîlê êrişî başûrê Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, îro hêzên hikûmeta Şamê bajarokên Filêfil, Sifûhin û El-Fetîra ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li Babê bombeyek bi erebeyekê de teqiya di encamê de çeteyek hate kuştin

Çavdêriyê ragihand, vê sibê li bajarê El-Bab ê bombeyek ku berê bi erebeya çete Ebû Xalid El-Seydawî hatibû bi cihkirin, teqiya.

Hat ragihandin di encamê de çete El-Seydawî hate kuştin.

Ji ber teqîna mayînekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber teqîna mayîneke DAIŞ’ê li derdora El-Cirniye ya li rojavayî Reqayê, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tîma Endizyarî ya rakirina mayînan a QSD’ê jî operasyonên xwe ên bêbandorkirina mayîn li wan deveran didomînin.

Îsraîlê ji Colanê bi moşekan êrişî başûrê Şamê kir

Ajansa SANA ya girêdayî hikûmeta Şamê jî ragihand şevê din di seat 11:35’ê Îsraîlê ji Colanê bi moşekan gelek deverên li derdora bajarokê Zakiye yê başûrê Şamê bombebaran kir.

Hat ragihandin ji ber topbaranê ziyanên madî pêk hatine.

Back to top button