Li herêmê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetweyî zêde dibin

Salvegera 25’an komploya Navnetweyî li dijî Rêber Apo nêz dibe.
Bi vê buneyê, li gelek derverên herêmê bi çalakiyan komploya Navneteweyî hate şermzarkirin.
Di çalakiyan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Li herêmê bi nêzîkbûna salvgera 25’an a komploya navneteweyî ya li hember Rêber Apo çalakî tên lidarixstin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê civînek li dar xist.

Endamê Meclisa Bajarê Dêrikê Ehmed Elî axivî û diyar kir ku felsefeya Rêber Apo rêya tunekirina kapîtalîzmê, belavkirina demokrasiyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelan de ye.

Li Til Hemîsê welatî, endamên saziyên sivîl, partî li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê civiyan.

Li Çilaxa jî civînek li ser komploya Navnetweyî hate lidarxistin.

Her wiha Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Hesekê panelek li dar xistin.

Panel bi serenavê “Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî em ê dîwarê Îmraliyê bişikînin” pêk hat.

Di panelê de kesên ku axivîn destnîşan kirin ku komplogeran di kesayeta Rêber Apo de xwestin PKK`ê tune bikin û rê nedin ku fikrê wî di nav gelên bindest de belav bibin.

Piştre perspektîkên Rêber Apo hatin xwendin û sinefizyonek derbarê komployê hate pêşandan.

Li Kobanê jî semînerek hate lidarxistin.

Di sermînerê de, komploya navnetweyî û armancê wê, tecrîda li dijî Rêber Apo hatin nîqaşkirin.

Li kantona Minbicê der barê heman mijarê kombûna Jinên Zenûbiya û Yekîtiya Parêzeran sermînerên cuda li dar xistin.

Di Sermîneran de, bang li her kesî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin.

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya avahiya meclisê ya li navçeya Fafînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin û hate destnîşan kirin ku ev komplo, li dijî gelên aştîxwaz e.

Kongra Star li hola civînan a Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a Helebê semînerek da.

Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê konferansek li dijî komployê lidar xist

Back to top button