Li Hesekê rêveberiya Jîngehê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê belavokên têkildarî parastina zeviyan ji şewatê, belav kirin.
Belavok li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hatin belavkirin.
Di belavokan de hatibû nivîsandin ku “Li ser rêyan agir vênexin, agirekî biçûk dibe bibe sedema felaketê”.
Her wekî bi wan belavokan şêniyan şiyar dikin da ku parastina zeviyan ji şewatê paşguh nekin.



