Meşvanên Azadiyê di roja 8’an de li Hezex û Nîsêbînê bûn

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji du baskan ve ji bo azadiya Rêber apo destpê kir, di roja 8’an de ye.
Rawestgeha Baskê meşê yê Qersê îro li warê Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Seyîd Riza ango Dêrsimê bû.
Li wir peşengên azadiyê li ser gorên wan hatin bibîranîn û hate gotin: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe û deriyên Îmraliyê neyên vekirin Meşa Azadiyê wê nesekine.

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji du baskan ve ji bo azadiya Rêber apo destpê kir, di roja 8’an de ye.

Baskê Wanê yê meşê ku doh li Cizîrê bûn, îro berê xwe dan, navçeya Hezex ya Şirnexê.

“Divê em bi ruhê botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê”

Meşvanên Azadiyê ên bi coş hatin pêşwazîkirin, heta ber Rêxistina Hezexê ya DEM Partiyê meşiyan.

Li ber avahiya partiyê siyasetmedaran xîtabê gel kirin û gotin:

“Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe û deriyên Îmraliyê neyên vekirin Meşa Azadiyê wê nesekine.

Divê Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’

Rêbertî mîna Nelson Mandela ji bo vê têkoşînê berdêlên mezin dide.

Divê em jî xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi coş û ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê.”

Piştî axaftinan li ber Rêxistina Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê govend hate gerandin û stran hate gotin.

Nisêbînî meşvanên azadiyê pêşwazî kirin

Piştî hevdîtina bi Hezxiyan re Meşvanên Azadiyê ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve bi rê ketin.

Nisebiniyan meşvan pêşwazî kirin û bi hev re li Cadeya Çag meşiyan.

Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’

Rawestgeha Baskê meşê yê Qersê jî warê Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Seyîd Riza ango Dêrsim bû.

Ş.Sakîne Cansiz û Aysel Dogan li ser gorên wan hatin bibîranîn

Her wiha, Şehîd Sakîne Cansiz û Aysel Dogan jî li ser gorên wan hatin bibîranîn.

Meşvan, piştre jî ber bi bajar ve ketin rê û heta Meydana Seyîd Riza dewam kir.

Siyasetmedarên ku li vir daxuyanî dan, banga rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd kirin

“Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê pêşengekî girîng e”

Siyasetmedaran bi bîr xistin Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê pêşengekî girîng e.

Piştî daxuyaniyê jî govend hate gerandin.

Meşvanên Azadiyê yê baskê Wanê li Cizîrê ye

Back to top button