Li peravên Tûnisê keştiyek binav bû: 13 koçber mirin, 27 winda ne

Li Derya Spî trajediya koçberiyê bi dawî nabe.
Li peravên Tûnisê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû.
Di encamê de 13 koçberên Sûdanî mirin, 27 jî winda ne.
Li Îtalyayê jî welatiyekî Tirkiyê ji ber rola wî di qezaya keştiya koçberan de 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li Derya Spî careke din trajediya koçberiyê hebû.

Medya Tûnisê li gorî rayedarên xwecihî ragihand ku li peravên Safakesê keştiyek noqî binê avê bû.

Hate ragihandin ku di encama lêkolînan de cenazeyên 13 koçberên Sûdanî hatin dîtin û 27 jî winda ne.

Li gorî gotinên du kesên bi saxî filitîn, keştî ji peravê Cebînîanayê bi rê ket, lê noqî binê avê bû.

Koçberên rizgarbûyî diyar kirin ku di keştiyê de 42 Sûdanî hebûn.

Li Îtalyayê 20 sal ceza li welatiyekî Tirk hat birîn

Welatiyekî Tirkiyê li Îtalyayê ji ber berpirsiyariya xwe ya di qezaya keştiya koçberan de ku sala borî herî kêm 94 kes miribûn, 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Keştî Sibata 2023’an ji bajarê Îzmîr yê Tirkiye berê xwe dabû Ewropayê.

Dema keştî gihiştibû peravên Steccato di Cutro ya herêma Kalabria ya Îtalyayê binav bû.

Di keştiyê de, koçberên ji Efxanistan, Îran û hin welatên din hebû.

Li gor nûçeya ku duh di çapemeniya Îtalyayê de hat weşandin, dadwerê bajarê Crotone yê li başûrê Îtalyayê jî 3 milyon ewro cezayê pere li Gun Ufuk ku bi sûcdariya organîzatorê şebekeya bazirganiya mirovan hatiye dîtin, birî.

Dozger îdia kir ku Ufuk kaptanê keştiya ku ji Îzmîrê bi rê ketibû û nêzî 180 kes tê de bûn bû.

Back to top button