Yûnanistan: Dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike

Dewleta Tirk ji xwe re penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, bi kar tîne û bi şandina wan ber bi Ewropayê ve gefa ewlehiyê li parzemîne dixwe. Yekîtiya Ewropayê jî tişta ku dewleta Tirk dike qebûl nake.

Koçberên Sûrî ku Erdogan ji wan re hemû rê vekirin ji bo ber bi Ewropayê ve herin, hemû hewildanên xwe dikin ji bo derbasî Yûnanidtanê bibin.

Îro jî li ser sînorê navbera Tirkiyê û Yûnanistanê, careke din pevçûn navbera penaberên Sûrî û hêzên ewlehiyê yên Yûnansitanê de rû dan.

Di pevçûnan de hêzên ewlehiyê gaza rundikrêj bi kar anîn.

Her wiha ji bo tişta li ser sînor çêdibe, hikûmeta Yûnanistanê got ku dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike.

YE: Tişa li ser sînorê Ewropayê çêdibe nayê qebûlkirin

Nûnerê Yeklîtiya Ewropayê û têkiliyên derve û ewlehiyê, Josep Borrell, îro di hevdîtineke bi Erdogan re destnîşan kir ku tişta li ser sînorê Ewropayê çêdibe bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Her wiha Josep Borrell ragihand ku wê Yekîtiya Ewropayê 60 milyon euro alîkariyê mirovî ji bo çareserkirina rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyê pêşkêş bike.

Back to top button