Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftenînê çalakiyek li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêk anîn û leşkerek hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da.
2’ê Adarê gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de ku li herêma Heftenînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirkerên li Girê Konferansê yê Mezin çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn.
Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
3 Adarê jî balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker bombe li qada Goşine ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat.



