Ciwanên eşîra El-Bû Camil destwerdanên derve li herêmê red kirin

Derbarê heman mijarê de, şervanin ji eşîreya El-Bû Camil a Dêra Zorê jî nerazîbûnên xwe nîşan dan û ev êrîş şermezar kirin. Şervanan got: aliyên derve bi rêya hedefgirtina şêxên eşîran, hewl didin wan li dijî QSD’ê sor bikin. Şervanan destnîşan kir jî ku ew ê heya dawî biştgiriya QSD’ê bikin. 

Ev demek e planên têkbirina ewlehiya herêmê ji aliyê hundir û derve de tên kirin û bi rêbazên cuda di nav de kuştina serokêşîrên Ereban, vê yekê pêk tînin..

Ciwanên eşîreya El-Bû Camil ên di nava Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê û QSDê de bertekên xwe der barê van tevliheviyan de nîşan dan.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Fîda El-Sor destnîşan kir ku hedefgirtina rûspî û serokeşîran bi awayekî sîstematîk pêk tê.

El-Sor ev yek jî spart aliyên derve ku dixwazin fitneyê di nava eşîrên herêmê de derxînin û wan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk sor bikin.

Fîda El-Sor diyar kir ku Hêzên QSDê û Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê hemû pêkhate û eşîrên herêma Dêra Zorê, temsîl dikin û fitneyan li herêmê qet qebûl nakin.

Her wiha şervanê heman Meclisê Mihemed Mihemed El-Sor jî ev êrîş şermezar kirin û got:

Em wekî hêzên leşkerî yên herêmê, em ê li dijî hemû planên aliyên derve ku hewl didin fitneyê derbixin, bisekinin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Meyser Mubarek El-Ferec jî daxuyand ku bi saya van hêzan, herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye û ew ê heta dawiyê biştgiriya QSD’ê bikin.

Back to top button