Sozdar Avesta: Şerê cîhanê yê sêyemîn bi komployê destpê kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Apo axivî û got:
“Hêzên navneteweyî ji bo pêkanîna armancên xwe Rêber Apo weke asteng didîtin ji ber vê yekê Komplo pêk anîn.
Komplo negihişt armanca xwe, lê dest ji komployê jî bernedane.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Apo axivî.

Sozdar Avesta diyar kir ku Rêberê Apo ev 25 salin li Îmraliyê berxwedanek bêhempa raber dike û wiha pê de çû:

“Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi komploya li dijî Rêber Apo destpê kir..”

Sozdar Avesta: Hêzên navneteweyî Rêber Apo weke astengiyeke dîtin

Sozdar anî ziman ku hêzên navneteweyî ji bo herêmê di nava xwe de dabeş bikin, ev komplo pêk anîn û wiha domand:

“Ji ber ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji xwe re weke astengiyeke mezin didîtin.
Hêzên weke Amerîka, Îsraîl û Îngilistan komplo pêş xistin.
Hêzên din ên weke Yewnanistan, Rûsya û lingên wan ên li herêmê, bi taybetî hevkarê wan PDK jî rol lîstin.”

“Rêber Apo girava Îmraliyê veguherand cihê çareseriya pirsgirêkan”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê diyar kir ku bi girtina Rêber Apo xwestin gelê Kurd, tevgera azadiyê, yekbûna gelan û şoreşa jinê tasfiye bikin û got:

“Eger heta niha komplo negihiştibe armanca xwe, ev yek bi saya sekna Rêber Apo ye.
Rêber Apo girava Îmraliyê veguherand cihê çareseriya pirsgirêkên hemû mirovahiyê.

Rêber Apo bi netewa demokratîk bersiv da hemû hêzên hegemon, cîhanî û kapîtalîst.”

“Rêber Apo bi paradîgmaya ku pêş xist re komplo vala derxist”

Sozdar Avesta anî ziman ku hêzên komploger û hêzên ku berjewendiyên xwe di şerê li Rojhilata Navîn de dibînin, nahêlin ku çareserî pêş bikeve û got:

“Niha eynî hêzan şerekî dijwar li dijî tevgera azadiyê didin meşandin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze komployê nûjen bike.

Di sala 2009’an de Rêber Apo got em mizgîniyê didin gelê xwe, me komplo bi bin xist.”

“Komplo negihişt armanca xwe lê dest ji komployê jî bernedane”

Sozdar diyar kir ku komplo negihişt armanca xwe, lê dest ji komployê jî bernedane û got:

“Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, hewl didin komployê bidomînin.

Rêber Apo nûneriya tevahî netewan dike.

Lewma girtina Rêber Apo, êdî xeteriyeke li ser tevahî mirovahiyê ye.

Divê di sala 26’an de em têkoşînekî hîn xurttir pêş bixin.”

Mûstafa Kararsû: Rêber Apo 25 sal in di bin êrîşên derûnî de ye

Back to top button