Mûstafa Kararsû: Rêber Apo 25 sal in di bin êrîşên derûnî de ye

Rêber Apo 25 salin li Îmraliyê di şert û mercên giran de li ber xwe dide.
Her wiha Rêber Apo bi paradîgmaya xwe, tevgera azadiyê bi berxwedana xwe komployê pûç kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di nirxandinên xwe de bal kişand li ser têkoşîn û berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê.
Mûstafa Karasu ragihand ku Rêber Apo paradîgmaya netewa demokratîk tola mezin ji komplogeran hildaye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxand.

Mûstafa Karasû derbarê pergala tecrîdê û berxwedaniya Îmraliyê de ev nirxandin kir:

Rêber Apo 25 sal in di bin êrîşên şerê derûnî de ye.

Li ser Rêber Apo bi her rêbazî zextekî derûnî tê kirin.

Tevî vê rewşa giran jî Rêber Apo li Îmraliyê di wan şertan de li ber xwe dide.

Berxwedana li Îmraliyê ji niha ve derbasî dîrokê bûye.

Rêber Apo li wir bi hişmendî, bi feraseteke mezin tevgeriya û tevdigere.

Karasû: Divê berxwedana Îmraliyê baş were fêmkirin

Mûstafa Karasû xwest berxwedana 25 salan a li Îmraliyê bi hemû aliyên vê ve baş were fêmkirin û lêkolînkirin û got:

Divê em baş lê serwext bibin bê ka ev 25 sal çawa derbas bû.

Ji bo tevgera Kurd bi ser bikeve, jin, mirovahî bi ser keve li wir çi kir?

Ev hemû lazime baş bê lêkolînkirin û fêmkirin.

“Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bû hêviya hemû mirovahiyê”

Mûstafa Karasû roja qirkirina Kurdan 15 Sibatê jî bi vî awayî nirxand:

Komplo armanca xwe çi bû? Di şexsê Rêber Apo de dixwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin.

Komplogeran esareta Rêber Apo weke tasfiyekirina gelê Kurd û PKK’ê dîtin.

Lê dema mirov li 25 salên bihûrî dinêre, mirov dikare bibêje ku negihiştin wê armanca xwe.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe, tevgera azadiyê bi berxwedana xwe komployê pûç kirin.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe îro bûye hêviya hemû mirovahiyê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ragihand ku Rêber Apo paradîgmaya netewa demokratîk tola mezin ji komplogeran hildaye.

Back to top button