Tirkiye dixwaze Iraqê jî tevlî plana xwe ya qirkirina Kurdan bike

Dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên başûrê kurdistanê yên li dijî destkeftiyên kurdan bibe serî hewil dide li gel pdk’ê hikûmeta Iraqê jî têxe şer.
Ji bo vê planê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê duh li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re civiya.
Rayedarên Iraqê jî ji dewleta Tirk xwestin serweriya welatên wan binpê neke
Piştî serdana Iraqê wezîrê paratina tirkiyê derbasî bûşûrê kurdistanê bû bi barzaniyan re civiya.

Serdanên berpirsên tirkiyê ên ji bo Iraqê li vê dawiyê zêde bûne.

Tirkiyê bi her awayî hewl dide planên xwe yên li dijî destkeftiyên kurdan ên başûr û taybet jî li dijî tevgera Azadiyê bi hevkariya Bexda û Hewlêrê pêk bîne.

Tevî ku xîtaba Enqere û Bexdayê derbarê hevkariya aborî sînordar bû, lê her Tirkiyê dixwaze mijara têkiliyê bike şerê li dijî PKK’ê.

Beriya du hefteyan serokê Mîta tirk Îbrahîm Kalin serdana Bexda û Hewlêrê kir.

Çavkaniyên Iraqî yên şopdarê rewş û mijarê ragihandin ku Tirkiyê mîna Îranê hewl dide ku tifaqeke ewlehî li gel Iraqê bi armanca tunekirina PKK’ê ji Iraqê, çêke.

Çavkaniyan gotin ku serdana serokê Mîtê di wê çarçoveyê de bû ku zemînekê ji vê tifaqê re amade bike.

Têkildarî heman mijarê duh wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler li Bexdayê bû.

Çavkaniyên Iraqî aşkere kirin ku serdana her du berpirsên tirk bi daxwaza lihevkirina her du aliyan li ser peymana li dijî PKK’ê bû.

Li gorî wê peymana ku eger hat îmzekirin, Iraq neçare li gel Tirkiyê bi rastî şerê PKK’ê bike.

Lê hikûmeta Bexdayê heta niha dudilî ye. Ji ber ku aliyê ku bendên lihevkirinê bi cî neyînin dê li gorî tifaqa di wê lihevkirinê de were cezakirin.

Iraq jî ji aliyê xwe ve hewl dide li gel Tirkiyê ji bo geşkirina aboriya xwe, lihevkirinekê çêke. Lê dîsa jî Tirkiyê bi şerê li dijî PKK’ê ve girê dide.

Dîsa Tirkiyê Iraqê bi kaxeta avê şantaj dike. Tirkiyê para Iraqê ji ava çemê Dicle û Firatê nade.

Serokê Iraqê Ebduletîf Cemal Reşîd: Divê Tirkiye serweriya Iraqê binpê neke

Piştî hevdîtina serokê Iraqê Ebdul-letîf Cemal Reşîd li gel wezîrê şer ê Tirkiyê daxuyaniyek da û got ku ew nêrîna çareseriya yekalî ya Tirkiyê qebûl nakin.

Her wiha da zanîn ku çênabe Tirkiyê serweriya Iraqê û başûrê Kurdistanê binpê bike.

Çavdêr dibînin ku tevî van hemû serdan û hevdîtinan, lê hêjî lihevkirina durist û giştî di navbera Iraq û Tirkiyê çênebûye.

Yaşar Guler bi Nêçîrvan Barzanî re jî civiya

Wezîrê Parastinê yê tirkiyê piştî hevdîtina xw ya Iraqê berê xwe da başûrê kurdistanê û bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Her wiha hate ragihandin ku wê Guler bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê bike.

Tê payîn ku di hevdîtinan de êrişên li Herêma Zap, Avaşîn, Metînayê berdewam dikin bên nîqaşkirin.

Back to top button