Parlamenter Sumeyye Boz: Meşa Azadiyê li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê ye

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di Meşa Azadiyê de cih girt, wiha got:
“Me ev meş li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê da destpêkirin.
Şikandina tecrîdê tê wateya bidawîbûna hemû polîtîkayên şer.
Her wiha eger tecrîd nemîne wê hemû gel di aşitî, wekhevî û azadiyê de bijîn.”

Li Bakurê Kurdistanê Meşa Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, di roja 7’an de ye.

13’ê Sibatê wê her du bask jî li Amedê bên ba hev.

Meş wê di salvegera Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê de li Amarayê bi dawî bibe.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di baskê meşê yê Qersê de cih digire bal kişand li ser armancên meşê û got:

“Me ev meş li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê da destpêkirin.

Sedemê ku me ji du baskan destpêkirî ew e ku em xwe bigihînin hemû herêman bakurê Kurdistanê.

Her çendî ku me bi 75 kesan destpê kir, lê di rastiyê de li her dera ku em diçinê em bi hezaran in.”

Sumeyye Boz: Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştiyê bîne

Sumeyye Boz diyar kir ku şikandina tecrîdê tê wateya bidawîbûna hemû polîtîkayên şer û wiha pê de çû:

“Ger tecrîd nemîne wê hemû gel di aşitî, wekhevî û azadiyê de bijîn.

Tecrîdê bandor li hemû têkîliyên ekolojîk, aborî û siyasî jî kiriye.”

Sumeyye Boz: 15’ê Sibatê em ê dengê aştiyê bilind bikin

Sumeyye Boz anî ziman ku ku di 15’ê Sibatê de ew ê dengê aştiyê bilind bikin û ev bang kir:

“Em bang li hemû gel, kesên demokrasî, edalet û azadiyê dixwazin dikin ku pişgiriya vê meşê bikin.

Meşa Azadiyê di roja 6. de ye

Back to top button