Welatiyên Başûrê Kurdistanê: Yekîtî dikare rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigire

Welatiyên navçeya Derbendîxanê ya girêdayî Silêmaniyê diyar kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li qada navnetewî giliyê Tirkiyê bikin û gotin:
“Tenê yekîtiya Kurdan dikare rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigire.”

Çalakvan Hawrê Qasim li dijî dagirkeriya tirkiyê helwesta pêwîst a rayedarên Başûrê Kurdistan û Iraqê wiha nirxand:

“Li Başûrê Kurdistanê xetek xiyanetê heye û hertim ji bo dewleta Tirk kar dike.

Divê hikumeta Iraq bi rêya yasayên navnetewî, hemû baregehên Tirkiyê yên di nav xaka Kurdistanê de bigrin.

Her wiha pêwîste Hikumeta Başûr, Iraqê û aliyên siyasî xwedî helwest bin, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bikin.

Tenê yekîtiya Kurdan dikare rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigire”

Nivîskar Cemal Hesen jî diyar kir ku partiyên Başûrê Kurdistanê berjewendiyên xwe yên taybet xistine pêşiya berjewendiyên giştî û got:

“Tişta herî metirsîdar mirina hestên nîştimaniye ye.

Heya em nebin yek, wê dijmin jî hertim êrişî me bike.”

Back to top button