Li herêma Cizîrê bi hezaran kes li dijî dagikeriya dewleta Tirk daketin qadan

Li seranserê herêma Cizîrê bi hezaran kes li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ya dagirker daketin qadan.
Êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li hêzên navnetewî jî hate kirin ku bêdeng nemînin.
Li Reqayê jî bi heman armancê meşeke girseyî pêk hat.

Di 20 û 23`yê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan, êrişî Kobanê kir û di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk- QSD şehîd bûn.

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker îro daketin qadan.

AMÛDÊ

Bi sedan welatiyên Amûdê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê li Qada Jin kom bûn.

Girseya gel piştre berê xwe dan qada Şehîd Cîhad û li wir veguherî mîtîngê

Di mitîngê de bi navê Kongreya Star a navçeya Amûdê Newroz Elî axivî û got:

“Gef ê êrişên dewleta Tirk a dagirker, vîna gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk dike hedef.”

Newroz bang li civata navneteweyî kir ku li dijî êrişanb berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

DÊRIK

Di heman çarçoveyê de, şêniyên navçeya Dêrikê jî li meydana şehîdan lihev civiyan.

Di kombûnê de ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Hesen Hemze axivî.

Hemze diyar kir ku dewleta Tirk ji bo projeya neteweya demokratîk têkbibe êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Hemze diyar kir ku ew ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bi heman armancê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandêr ji pêşiya avahiya meclisa perwerdehiyê ya li aliyê rojhilat ve meşiyan.

Xwepêşandan li ber konê sersaxiyê yê her du şehîdan Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osî rawestiya û beşdarî merasîma her du şehîdan bûn.

TIL TEMIR

Şêniyên Til Temirê jî derketin kolanan û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin.

Meşa ku li navenda navçeyê dest pê kir, li kolana Filistin veguhirî mitîngê.

Li ser navê rêveberiya Til Temir Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û diyar kir ku ji beriya deh salan û heta niha, êriş li dijî şêniyên herêmê dewam dikin.

Şêxmûs bang li hêzên çalak li Sûriye û Koalisyona Navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê rawestîne

Xwepêşandêran jî bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li herêmê pêk bîne.

REQA

Ne tenê li Cizîrê, li bajarê Reqayê jî bi hezaran kes li dijî dirkerî û êrişa dewleta Tirk daketin qadan..

Xwepêşandêr li pêşiya nexweşxaneya Watenî kom bûn û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser Kobanê şermezar kirin.

Back to top button