Li Minbicê çêkirina ava hinaran

Li bajarê Minbicê ku piraniya gundên wê bi çandina darên hinaran navdar e, jinên Minbicê bi destpêkirina berhevkirina wan re dest bi çêkirina ava hinaran kirine.

Bajarê Minbicê bi çêkirina ava hinaran navdar e:

Kargehên wê li taxan tên belavkirin, lê ava hinaran ku jin li malê çêdikin bi tamtir û baştire.

Gelek malbat çêkirina ava hinaran wek pîşe digrin.

Amadekiri û çêkirina wê bi giranê li ser milê jinan e.

Fatîna El- Abdullah a 60 salî jî yek ji wan jinan e ku ji zaroktiya xwe ve vî karî dike.

Fatîna da zanîn ku ew ji zaroktiya xwe ve di karê avahiran de dixebite û wiha anî ziman:

“Em di meha Cotmehê de dest bi çêkirina ava hinaran dikin û heya dawiya demsala hinaran didomînin.

Ez di saet 5’ê sibehê de ava hinaran datînim ser agir nêzî 10 saetan dikelînim.

Piraniya kesên ku tên gel min ava hinaran û amadekariyên zivistan dibin ji bajarê Helebê ne.

”Ava bi destan ji ya kargehan paqijtir û xwezayîtir e”

Fatima El-salim 44 salî ye û beriya 3 salan projeya çêkirina ava hinaran vekiriye.

Jinên karkerên ku di projeya de cih digrin hejmara wan ji 6 kesan heya 9 kesan e.

Fatima El-Salim got:

Gelek jin hene bi hewceyî kar in û projeya me derfeta karkirinê ji gelek jinan re peyda dike.

Ez ji ava hinaran a ku kargeh amade dikin hez nakim lê ez ji ya ku bi destan tê amadekirin hez dikim û baştir dibînim ji ber ku bi destan paqijtir e.

Tevî zehmetiya çêkirina ava hinaran jî ji bo jinan baştir e û bê debar xwe dikin.

Back to top button