Şehîd Hozan Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin

Îro li bajarê Qamişlo, Şehîd Hozan Qamişlo ku di encama êrişa hewayî ya 23’ê cotmehê li Kobanê şehîd bû, bi merasimekê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan bi nasnav Hozan Qamişlo li goristana Delîl Saroxan bûn..

Di merasîmê de piştî deqeyekê rizgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Ibrahîm axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd ew in ên ku tişta herî buha ji bo parastina welatê xwe didin.

Paşê, birayê şehîd Hozan Qamişlo jî axivî û şehadeta birayê xwe li Kurdistanê pîroz kir.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Hozan hat kirin û bi dirûşmeyan şehîd hat oxirkirin..

Back to top button