Şêniyên Minbicê: Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê aştî li cîhanê pêk nayê

Welatiyên kantona Minbicê diyar kirin ku Rêber Apo afrînerê aştiyê ye û gotin:
“Heta ku azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, azadî û aştî li cîhanê pêk nayê.”

Welatiyên kantona Minbicê bang li tevahî gelan kirin ku beşdarî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.

Welatiyê bi navê Şêxo Mihemed anî ziman ku Minbic û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikrê Rêber Apo ji terorê hatin rizgarkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hûsam El Şewax jî diyar kir ku ramanên Rêber Apo wekî pêta agir li tevahî cîhanê belav bûne û got:

“Tevahî gelên azad têgihiştin ku heta azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, azadî û aştî li cîhanê pêk nayên.

Dê çalakiyên me berdewam bikin heta azadiya Rêber Apo mîsoger bikin û komployên kapîtalîzmê têk bibin.”

Welatiya bi navê Naciya Hec Mihemed jî anî ziman ku jinên minbicê bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo gihaştine asta fermandariyê.

Riweyda Hinêzil jî diyar kir ku weke jinên Minbicê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo çi ji wan bê xwestin ew ê bikin.

“Komploya navneteweyî li dijî vîna gelan pêk hatî”

Back to top button