Gerîlayan bi gelek taktîkên serkeftî derbên giran li dagirkeran dan
Li Zapê û Xakûrkê di çalakiyan de 19 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku çalakî ji bo bîranîna Dayika Taybet û keça wê Xeznê Înan ên ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, hate lidarxistin.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor rojane derbên giran arteşa Tirk a dagirker dixin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyanî da.
HPG’ê ragihand ku hêzên wan bi vîn û ruhê fedayî yê Apoyî li dijî artêşa Tirk gelek çalakî li dar xistin û ev agahî parve kir:
Tîmên me yên gerîla yên profesyonel bi gelek taktîkên serkeftî li Zapê û Xakûrkê li dagirkeran dan
Di encama çalakiyan de bi giştî 19 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Her wiha derb li 7 çeperan jî hate xistin.
HPG: Çalakî ji bo bîrana dayika taybet û keça wê xeznê hate lidarxistin
HPG’ê diyar kir ev çalakî;
Ji bo bîranîna Dayika Taybet a ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Silopyayê de bi nemerdî şehîd hate xistin û ji bo keça wê Xeznê Înan a ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi hovane hate şewitandin, hate lidarxistin.
Bi domdarî HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker, heta ku di êrîşên xwe de israr bike wê têkoşîna azadiyê jî geştir bibe.
Qadên gerîla 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin
Têkildarî êrişên dagirkeriyê en arteşa Tirk jî HPG’ê di dawiyê de ev agahî dan:
Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê.
8 caran bi balafirên şer, helikopterên êrişê û bi dehan caran jî bi topan hatin bombekirin”.