Li Efrînê welatiyek din hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin. Ji bo dizîna berhema zeytûnan jî kom hatin avakirin.
Li aliyê din jî li taxa Zeydiyê ya Efrînê di erbeyeke serçeteyekî de teqin pêk hat.

Li Efrînê sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane dewam dike.

Hat ragihandin çeteyên ku navê “Polîsên leşkerî” li xwe kirine di 6′ê Îlonê de welatiyê bi navê Haşim Xezal ê ji gundê Bablîtê revandin û birin cihekî ne diyar.

Hat diyar kirin ku çeteyan Haşim Xezal bi tawanên derew revand da ku fidiyê ji malbata wî bistînin.

Her wiha hat zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Hesen El Muwalî, li Raco, Cindirsê û Şiyê ji çeteyan komek ava kirin da ku zeytûnên welatiyan desteser bikin.

Back to top button