Li Efrînê erebeya serçeteyekî hate teqandin

Li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê dagirkirî mayînek di erebeya serçeteyekî de teqiya.
Tê gotin ku kuştî hene.

Çavkaniyan heremê diyar kir ku li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê mayînek di erebeyek serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker de teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de serçeteyê bi navê Ebû Emar ku wekî berpirsê “Meclia Xwecih a Efrînê” ye û hinek çeteyên din ên di erebeyê de hatin kuştin.

Back to top button