Civaka Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Apo em dest bi çalakiyan dikin

Endamên meclis û rêxistinên Şengalê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û gotin:”Emê weke civaka Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe dest bi çalakiyan bikin”.

Endamê Meclisa Gel ya Zorava ya ser bi Şengalê Bapîr Elî diyar kir ku divê civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan û dest bi çalakiyan bikin.

Bapîr Elî got:

”Beşdarbûna ji çalakiyên ji bo Rêber Apo re, erka li ser milê her ferdekê Êzidî ye.

‘Eger em bi hev re rabin, wê serkeftin ya me be”.

Her wiha Xelef Xidir jî da zanîn ku taybet di vê demê de peyamên Rêber APO ji bo tevahî gelan girîngin.

Xelef wiha dewam kir:

” Wê çalakiyên me yên ji bo Rêbertiyê dewam bikin, heya ji girtîgehê derkeve”.

Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Feysel Dexîl jî destnîşan kir ku peyameke Rêber Apo dikare gelek pirsgirêkan çareser bike.

Feysel Dexîl diyar kir ku civaka êzîdî wê di her şertê de li Rêberê ku bi fikrê xwe civaka êzîdî xwedî derket dê xwe xwedî derkeve û bang li ciwanan jî kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO dev ji qadan bernedin.

Back to top button